Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî, Serokwezîrê Qeterê ragihand eva ku paşmaweyên rêjîma Îranê bi dijî welatên kendavê kirine, bi ti awayek nayê qebûlkirin, lê danûstandin digel paşmaweyên rêjîmê bi armanca garantîkirina ewlehî û aramiya deverê, hewce ye.
Navbirî ev yeka jî gotiye ku welatên endam ên Şêwreya Kendavê bi hevahengiya rasterast û berdewam, bi dîtingehek hevpar li pey çareserkirina aloziyan bi rêyên dîplomatîk û aşîtîxwazane bo çêkirina asteke bilintir ji bawerî û hevkariyê ye, hevkariya hev dikin.
Li halekê de Qeter yek ji navbendçiyên danûstandina Amerîka û Îranê ye, Serokwezîrê Qeterê li axaftinên xwe de îşare bi xisargihandina paşmaweyên rêjîmê bi welatên kendavê kir û tekez kir ku bi ti awayekê ev yek nayê qebûlkirin lê bo çareseriya dijheviyan, danûstandin digel paşmaweyên rêjîmê hewce ye.