Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka ragehand ku hekî Îran hember rêkeftinameya vê carê pêbend nemîne yan reftarek xirab ji xwe nîşan bide, her karek hewce be, emê encamp bidin.
Donald Tiramp, roja Duşemî 1ê Pûşperê, li kongireyekî rojnamevanî de ragehand, ew rêkeftinameye heya demekê wê berdewam be ku Îran hurmeta me bigre.
Navbirî mukum e li ser vê ku beşeke berçav li şiyana serbazî a rejîma Îranê ji nav çûye.
Di vê kombûna rojnamevanî de, Cihgirê Serokomrê Amerîka li derheq Tengava Hormozê de got: Tengava Hormozê bi temamî vebûye û rewş li cihê xwe de asayî ye.
Berê jî JD Vênis, Cihgirê Serokomarê Amerîka ragehandibû ku danûstankarên welatê wî li danûstandina bilind a Siwîsê de ligel Îranê, bi temamî geheştine wan çar amancên bingehîn ku pêşwext diyarî kiribûn.
Amancên Amerîka ev bûn: pêkanîna mîkanîzmeke kara bo parastina ewlehiya Tengava Hormozê û rêgirîkirin li her cûre pevçûnekê, parastina agirbesta deverê û çêkirina hêla peywendiya rastewxwe bo kontirolkirina jinişkêve a aloziyên navbera Îsraîl û Hizbûlah û aliyên din, rezamendiya Îranê bo vegerandina tevtêşa ajansa Navdewletî a enerjiya Etomî û rêkxistina bingeha danûstandinên teknîkî li heftiya pêş de bi beşdariya Amerîka, Îran, Qeter, û Pakistanê.