Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka lihevkirinek ku bi qazanca xelkê Amerîkayê nebe wajo nake

11:21 - 23 Hezîran 2026

“Karoline Leavitt” Berdevka Koşka Sipî tekez kir ku “Donald Tiramp bi ti awayek, ti lihevkirinekê wajo nake ku bi qazanca xelkê Amerîkayê nebe, û bo ewlehiya netewî ya Amerîkayê û xelkê wî welatî giring e ku “rêjîma serkêş a îslamî bi ti awayek derfeta destpêregihîştin bi çeka navkî peyda neke”.

Donald Tiramp jî li Koşka Sipî de li hevpeyvîn digel nûçegihanan de bi rohnî da xuya ku hekî dorpêçên bi dijî rêjîmê bêne hilveşandin, dirafê azadkirî dê vegere Amerîkayê û tevaviya vî dirafî dê bo kirina xwarinan ku xelkê Îranê gelek hewceyî pê hene, dê bê xerckirin.

Pêka gotina Donald Trump, heta Dolarek jî bi paşmaweyên rêjîma Îranê nayête dan û ev jî dê bi şertê xerckirina wî dirafî bo kirîna berhemên werzêrên Amerîkayê bê azadkirin.