Rûhullah Lekabadî, endamê komîsiyona tendurîstî ya meclîsa rêjîmê ragihandiye ku qedera 700 milyon Dolarên ku bo kirîna derman û alavên hewce yên pizîşkî hatibû diyarîkirin, nexuya ye û destnekevtina dermanên hestiyar ên wek dermanên taybet bi şêrpencê û herwisa Ensûlînê, xelk nigeran kiriye.
Navbirî li hevpeyvîn digel Dîdêbanê Îranê de tekez ku milyardek Dolar bo kirîna derman û alavên pizîşkî hatiye diyarîkirin û bi tenê 300 milyon Dolar hatiye xerckirin lê 700 milyon Dolarê din, niha bêserûşûn e.
Navbirî ragihand ku qeyrana dermanan li Îranê de gelek dijwar bûye û malbat bo kirîna dermanên hewce bo nexweşên xwe rastî astengiyên gelek dijwar hatine.