Binyamîn Netrenyahu, Serokwezîrê Îsraîlê ragehand ku hêzên welatî wî, desthelata temam bo weşandina derban li her gefekê li başûrê Lubnanê de hene û heya demekê ku hewcwe be li Devera ewlehiya ser sînor wê bimînin.
Ew helwêsta tund a Têl Avîvê dijî Hizbulahê, nîşaneya redkirina givaşên Navdewletiye bo aramkirina rewşê.
Netenyahu li peyameke vîdyoyî de got, fermana me bo arteşê rohn e, serbazên me azadiya tam bo pûçkirina her metirsiyekê dijî akinciyên Bakûrê Îsraîl hene û artêş di vê derheqê de tu sînordarkirinek nîne.
Navbirî tekezî ji vê kir ku, biryara manê li vê deverê bo parastina welatiyên Îsraîlê qet naguhere.
Ew helwêsta tund a Têl Avîvî dijî Hizbulahê, ku hevdem e ligel dawîhatina danûstandinên Amerîka û rejîma Îranê li Siwîsê, nîşaneya redkirina givaşên navdewletiye bo aramkirina rewşê.
JD Vênis, Cihgirê Serokomarê Amerîka ragehandibû ku li vê danûstandinê de gihane, Mekanîzma kêmkirina aloziyan, bo çêkirina hêla peywendiya bilez di navbera Îsraîl, Lubnan, Hizbûlah û hevpeymanên deverî.