Li parlamena Brîtanyayê, bi hevkariya Rizgar Alanî, civîneke taybet ji bo nûnerên Hevpeymaniya Partiyên Kurdistana Îranê hat lidarxistin. Ev civîn di bin serpêhatiya parlamenteran John Slinger û Mary Glindon de, ku endamên Koma Dostayetiya Parlamenterên Kurdistana Îranê (APPG) ne, birêve çû.
Di destpêkê de, daxwaz ji nûneran hat kirin ku li ser rewşa giştî ya Îran û Kurdistanê, bandora aloziyên navbera Amerîka-Îsraîl û Komara Îslamî, û herwisa li ser giringiya hevpeymaniyê biaxivin. Nûnerên partiyan tekezî li ser giringiya yekîtiya hêzên demokratîk kirin daku helwesteke hevbeş li dijî rejîmê ava bibe.
Di civînê de Rizgar Alanî ji aliyê (Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê), Gulzar Elmasî (Komeleya Zehmetkêşan), Hadî Resûlzade (Komeleya Şoreşger), Rizgar Rewşenî (PJAK) û Seyid Wefa Rostemzade (PAK) nêrînên partiyên xwe pêşkêş kirin. Hejmareke berçav ji parlamenteran jî beşdar bûn. Di dawiyê de, ev civîn ji bo bihêzkirina dengê gelê kurd û pêşxistina hevahengiya siyasî wekî gaveke pir giring hat nirxandin û piştgiriya berdewamiya wê hat kirin.