Meclîsa Sena ya Amerîkayê, bi 50 dengên “Erê” û 48 dengên “Ne”, biryarnameyek ku pêştir li meclîsa Nûneran a Amerîkayê de hatibû erêkirin û armanca vê sînordarkirina desthilata Serkomarê Amerîka li hember paşmaweyên rêjîma Îranê ye, erê kir.
Pêka vê biryarnameyê, Serkomar erkdar dibe ku “Hêzên Çekdar ên Amerîkayê, ji her cure şerek digek rêjîma Îranê biparêze, meger Kongireya Amerîka bi fermî şer rabigehîne.
Ev biryara dê zêdetir biryarnameyeke sembolîk be çimkî pêka berhevdana dewlet û desthilatdarên Amerîka, niha hêzên Amerîkayê li ti şereke rastersat digel paşmaweyên rêjîma Îranê de nînin.
Donal Tiramp li derheq vê biryarnameyê de gotiye ku senatorên Dêmokrat û yên Komarîxwazê ku ev biryarnameya erê kirine, bi tenê karê min hinek dijwartir kirine lê ez dê karê xwe bigihînim encamê, çimkî ez hertim wî karî dikim.