Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 4 serafiyên diravê dîjîtal yên Îranê ceza dan

12:45 - 3 Hezîran 2026

“Tommy Pîgott” Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, ragihand ku Wezareta Xezînedarî ya wî welatî 4 serafiyên mezin yên diravê dîjîtal yên rêjîma Îranê xistine nav lîsteya cezayan de.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, çar serafiyên mezin yên diravên dîjîtal li Îranê bi navên “” Nobîtêx, Bîtpîn, Ramzînex û Wallêx ” ji ber piştgirîya berbiçav ji Komara Îslamî û miamileya dîjîtal yên girêdayî bi Spaha Pasdaran re hatine cezakirin û rêvebirên wan jî bûne armanca van cezayan.

“Pîgott” diyar kir ku ev serafî rê bo Spaha Pasdaran xweş dikirin da ku miamileyên neyasayî pêk bîne û alîkariyê bidin karbidestên rejîma Îranê ku dorpêçên Amerîkayê dewir bidin û sermayeyên xwe veguhazin derveyî welêt.

Wî ev cezadane wekî gavek girîng ji bo astengkirina dabînkirina darayî ji bo terorîzmê û dewirlêdana dorpêçan bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî kir ku ew biryar beşeke ji berdewamiya givaşên zêde yên dewleta Tiramp bo ser rejîma Îranê.

Wî herwisa got ku Amerîka dê li hember lipeyketina pereyên rejîma Îranê, çi bi rêya bankdariyên asayî û çi bi rêya diravên dîjîtal ve dê , berdewam be, da ku rê li ber pêşxistina çeka etomî û dabînkirina darayî ji bo terorîzmê ji aliyê Tehranê ve bigire.