Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp dibêje: Em dikarin heftiyekê de rêjîma Îranê ji nav bînin

10:06 - 24 Hezîran 2026

Donald Tirump, Serkomarê Amerîka bi tekezî ragihand ku her demekê ku em bixwazin balafirên me dê li esmanê Têhranê de bigerin, lê hekî desthilatdarên rêjîma Îranê hişmendane reftarê nekin, em dê neçar bimînin kar bi dawî bînin.

Donald Tiramp bi rohnî daye zanîn ku bo dawîanîna bi rêjîmê tenê heftiyek dem hewce ye, û herwisa got: “Me ji nû de digel rêjîma Îranê lihevkirinek dîrokî ya aştiyê kiriye da ku şerê li kendavê de bi dawî bînin”.

Herwisa Donald Tiramp rohn kir ku “dê rêjîmê li rewşekê de bi cih bihêlin ku heza deryayî, hêza esmanî, sîstema berevaniya esmanî û şiyana mûşekî û bernameya navkî nemîne, em dê rêjîmê bê hebûna ti şiyaneke navkî bi cih bihêlin û wan jî ev mijar, erê kirine”.

Serkomarê Amerîkayê li derheq desthilatarên rêjîma Îranê de got: “Kite tiştek ku ev jê fam dikin, derba çekûç e. Çimkî ev karê ku me bi balafirên civan ên B2 digel bernameya navkiya wan kir, mêze bikin ku bi rastî çekûç bû, li rastiyê de me ev bi çekûç binav kir, bi operasiona Çekûç”.