Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp got: Îranê qebûl kiriye ku tu carî hewla çêkirina çeka navkî nade

10:11 - 24 Hezîran 2026

Donald Tiramp Serokomarê Amerîka li nûtirîn axiftin û daxûyaniya xwe de li derheq rêkeftinameya dewleta xwe ligel rejîma Komara Îslamî ragehand Îranê soz daye ku tu carî bi dû çêkirina çeka navkî nebe û çê neke.

Serokomarê Amerîka hoşdarî da ku her cure hewlek bi mebesta vegerîn bo ser çêkirina çaka navkî, derencamek karesatbar vê bi dû de bê.

Herwisa Tiramp di vê axiftina bi gef de rû li berpirsên rejîma Komara Îslamî ragehand, eger Tehran dixwaze bi du serêşê ve be, bila hewla çêkirina çeka navkî bide.

Navbirî bi îşarekirin bi rêkarên taybet ên çavedêrî bi ser Bernama navkî a Tehranê piştî rêkeftinameya wê dawiyê, pêdegirî li ser vê kir ku çavedêrên Ajansa Navdewletî a enerjiya Navkî li dema guncaw de wê serdana Îranê bikin.

Herwisa duh roja Sêşemî 2ê Pûşperê, Karolîn Lîvît berdevka Koşka sipî li hevdîtinek ligel Fox Newsê de tekezî li ser vê kir ku bo ewlehiya Milî a Amerîka û xelkê wî welatî girînge ku rejîma Serberedayî a Komara Îslamî tu carî nekare bibe xwediyê çeka navkî.