Rafaêl Girûsî Birêveberê Giştî ê Ajansa Navdewletî a wizeya Navkî ragehand bi zûtirîn demê emê pişkinîn û çavedêriyê bi ser damezravên navkî ên Îranê dest pê bikin.
Roja Sêşemî 3ê Pûşperê, Rafaêl Girûsî Birêveberê Giştî ê Ajansa Navdewletî a enerjiya Navkî bi îşarekirin bi rêkeftinameya 60 rojî di navbera Amerîka û rejîma Îranê de ragehand ku pêvajoya çavedêrî û tevtêşa bernameya Navkî dibe bê ji dest dana demê biçe pêş.
Girûsî ragehand Ajans berê haya wê li cihê Oraniyoma meyandî hebû, lê hewce ye Komara Îslamî bi awayekî fermî cihê ragirtina wê qasa %60 rabigehîne.
Navbirî got, renge hinek li wan cihên Oraniyoma meyandî bi tîratiya %60 têde hatibe ragirtin yan zirar pê gihabe û dibe rêçareyek taybet bê girtin.
Herwisa Girûsî ragehand ku li pêşerojek nizîk de ligel berpirên Komara Îslamî di vê derheqê de emê gotûbêjê bikin û vê demê emê cihê taybet bo wê pirosê diyarî bikin.
Berê jî JD Vanis, Cihgirê Serokomarê Amerîka ragehandbû ku berpirsên rêjîma Îranê, rê nedane lêkolerên Ajansê ku sardana bernameya etomiya wê bikin.
Herwisa Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Derve a Rejîmê ragehand ku hevkariyên Komara Îslamî ligel Ajansê, li çarçêweya sozên parêzbendî û li gorî yasayên serve wê berdewam be.