Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peşqelê agirê kombûna nerizayetiyan hemû Îran ji xwe girtiye

11:21 - 24 Hezîran 2026

Li dirêjeya kombûna nerizayetiya qatên cuda ên Kurdistan û Îranê li pêxema bidestxistina maf û daxwaziyan, li heyama çend rojên derbasbûyî de dehan kombûên nerizatî ên berfireh li seranserê Îranê de birêve çûne.

Li gorî raporta nûçegihaniya Îlnaya rejîmê, roja Sêşemî 2ê Pûşperê, pitir ji hezar û 600 kedkarên maşînsaziya Tewrêzê bi sedema nedana heqdesta çend mehan kombûnên nerizatiyên berfireh birêve birine.

Kedkaran bi dana dirûşman û bilindkirina pilakardê bi awayekî hêminane daxwaza mafê xwe kirine, lê kedkarekê di vê derheqê de ragehandiye ku rêjîm her cure mangirtin û nerizatiyekê bi têkdana raya giştî û hewldan li dijî tenahiya netewî dihesibîne.

Herwisa karmendên navenda tendirûstî a Şabada Kirmaşanê pêşya îdara Tendirûstî a wî bajarî, kombûna nerizatiyê birêve birine.

Li bajarê Sercîn Bafit a ser bi bajarê Zencanê, mîna bajarên din ên Îranê, pitir ji 350 kedkar li hember dana maf û heqdestan kombûn, û ragehandin li destpêka sale ve tu heqdestek wernegirtine.

Herwisa li çendîn bajar û bajarokan de karmendên Îdareya Mûxabrata Gundan, nerizatiya xwe dane xûya û daxwazkarê çareseriya pirsgirêkan bûne.

Herwisa li heyama rojên derbasbûyî de xanenişînên Mûxabratê li parêzgehên Sine, Xûzistan, Tehran û Îsfehanê kombûnên berfireh ên nerizayetiyê birêve birine.