Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kak Reşîd Ezîzî, kadrê dêrîn ê Dîmokrat çû rêza karwanê şehîdên Kurdistanê

15:15 - 24 Hezîran 2026

Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bi dax û keserekê ve şehîdbûna Kak Reşîd Ezîzî, naskirî bi Serheng, kadrê dêrîn ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê radigihîne.

Reşîd Ezîzî kurê Ebdulah, di sala 1325an de li bajarê Mihabadê ji dayik bûye. Ji ber rewşa wê çaxê a Kurdistanê û destkurtiya malbata xwe, nekarî ye biçe qutabxanê û ji xwendinê bêpar bûye.

Di sala 1358an de bi fermî bû pêşmergeyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, heta dema xatirxwestina xwe her dem bi temam-wext di xizmeta Hizba xwe de bû.

Kak Reşîd Ezîzî (Serheng) di gelek organ û navendên Hizbê de erk bi rê ve biriye; ji destpêkê ve di hêza bergiriyê de bû, paşê di Komîsyona Civakî de erk li ser mil bû, paşê di Radyoya Dengê Kurdistanê de wek parêzerê radyoyê erkê hizbî bi rê ve biriye, herwisa di Komîsyona Ragihandinê û paşê di Melbenda 2 ya Kurdistanê de bûye.

Cihê amajeyê ye di sala 1404an de, Kak Serheng tevî polek pêşmergeyên dêrîn ên Hizbê, pileya îftîxarî ya kadrê derece çar ji ber temenek pêşmergetiya bêweqetiyan ji rêbaza Dêmokrat û şehîdan de pê hatibû bixşîn.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, bi ji destdana kadrê dêrîn û wefadar û dilsozê xwe, serxweşiyê li hemû kadr û pêşmerge û endam û alîgirên Hizbê, bi taybetî malbata wî ya birêz û xelkê bajarê Mihabadê dike û hêviya sebrê ji bo kesûkar û hevalên wî dixwaze.

 

Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê

3ê Pûşpera 1405a Rojî