Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%60 ji xelkê Îranê çi hêviyek bi başbûna rewşa jiyanê nemane

17:01 - 24 Hezîran 2026

Cîgirê wezîrê navxwe ku herwisa cîgirê serokê karûbarên civakî yê rêjîmê ye ragihand ku li gorî pîvan û amaran, zêdetir ji %60 ye xelkê Îranê hêviya xwe bo paşerojeke baş û başbûna rewşa heyî ji dest dane.

Seyid Mihemed Bethayî, cîgirê wezîrê navxwe û serokê karûbarên civakî yê rêjîmê di civîneke rojnamevaniyê de bi amadekirina amarên sala 1404an got: "Ji ber kêşeya bingehîn a rewşa jiyana xelkê, rêjeya hêviyê bi paşerojeke baş bi şêwazekî berçav daketiye, û ew rêje jî karesatbar e".

Hêjayî gotinê ye amarên navendên rêjîma Komara Îslamî ne cihê baweriyê ne, û amarên nefermî behsa karesatbartirbûna rewşa civakî û aborî ya xelkê Îranê dikin.

Hejarî, kêm-dahatî, bêkarî, cudaxwaziya zayendî, neteweyî û olî, kêşeyên civakî, nemana şiyana kirînê û jiyana tijî tengasî û nebûna ewlehiyê û neşarezayiya birêvebiriya berpirsên rêjîma Komara Îslamî û bi dehan kêşe û qeyranên din, sedemên bêhêvîbûna xelkê Îranê ne.