Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêj zêdetir ji hezar gemiyên ticarî ji kendavê derneketine

17:03 - 24 Hezîran 2026

Pêka rapora kompaniya bîme ya “Allianz” a Alman, tevî lihevkirina çarçoveya dawîanîn bi şer li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê, hêj zêdetir ji hezar û 150 gemî li kendavê de mane û heta hekî rewş asayî jî bibe, bo derketina wan gemiyan çendîn heftiyan dem hewce ye.

Lêkolerê payebilind ê vê kompaniya Bîme yê bi navê “Yûstûs Haynrîş” li vê derheqê de gotiye ku “nirxa wan gemiyan û barê wan zêdetir ji 125 milyard Dolar e û Saziya Navnetewî ya Deryayî û herwisa Encumena Xwediyên Gemiyan a Alman gotine ku hêj bi serrastî qasa metirsiyên bi ser wan gemiyan û kesên li wan gemiyan de nayê beravirdkirin û heta rewş wiha be, gemî nikarin ji kendavê derkevin”.

Mînên deryayî û gefên spaha pasdaran a terorîst, beşek ji astengiyên ser rêya derkevtina wan gemiyan ji kendavê ye.