Di demekê de ku Donald Tiramp ragehandiye rêkeftin ligel Îranê bo vekirina Tengava Hormozê û bernameya etomî nêzîk e, beşek ji xelkê navxweyê Îranê nîgeranê vê ne ku ew pêngav bibe sedema mana rejîmê li desthelatê de.
Li gorî raporta Fox Newsê, alîgirên guhertinê di Îranê de ku hêvî bi givaşên Amerîka bo ser rêjîmê hebûn, niha nigeran in ku rekeftinek rûkeş, tenê temenê rejîmê dirêj bike û têçûya vê jî bixe ser mile xelkê.
Lîza Defterî, sernivîsera Forîn Dêsk, ragehandiye ku Komara Îslamî li rûyê darayî û siyasî ve li ser lêva kendalê neman û hiloşînê de ye, eger Waşington ji bilî rekeftinek demkî, pêdagiriyê li ser dorpêçan bike, destheleta Tehranê wê lawaz be.
Li gorî wê raportê xelkê Îranê dibêjin, tevî hiloşîna abûrî û tepeseriya xelkê li navxweye welat de ji aliyê rêjîmê ve, hêşta heya niha jî hêvî bi yekitî û pêşerojê hene, lê daxwazê dikin ku li hevkêşeyên navdewletî de dengê xelkê asayî neyê piştguh avêtin.