“CENTCOM”ê ragihand ku li bersiva êrîşa dironî ya paşmaweyên rêjîmê bo ser gemiyeke ticarî de bi rêya balafirên şerker, enbara mûşekî dironî û herwisa navenda radara qiraxavî ya paşmaweyên rêjîma Îranê li parêzgeha Hormozganê de kirine armanc û teqandine.
Pêka gotina “CENTCOM”ê gemiyeke barhilgir bi alaya welatê Sîngapûrê bûye armanca dironeke rêjîma Îranê û ev êrîşa bi rohnî binpêkirina agirbestê ji aliyê paşmaweyên rêjîma Îranê ye û ev reftara metirsîdar a rêjîmê azadiya veguhastina deryayî ku bi awayekî zêde li rêya deryayî ya navnetewî de bi rê ve diçe, kêm dike.
Deng û rengê paşmaweyên rêjîmê nûçeya bihîstina dengê çendîn teqînan li devera Sîrik de belav kirine.