Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lihevkirina li navbera Îsraîl, Amerîka û Lubnanê derbek giran bi rêjîma Îranê ye

09:36 - 27 Hezîran 2026

Roja derbasbûyî li navbera dewleta Lubnan, Îsraîl û Amerîkayê de belgeyek hate wajokirin ku armanca vê dawîanîn bi şer li başûrê Lubnanê, vegerandina desthilat bi dewleta Lubnanê û destpêkirina proseya çekkirin a Hizbullahê hatiye ragihandin.

“Marko Robiyo”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, ev belgeya bi pêngava yekem li rêyek dijwar de binav kir û ragihand ku Amerîka bi rêya girûpa hevahengker a serbaziya 3 alî, birêveçona vê lihevkirinê dê hêsantir bike.

Binyamîn Netanyaho, ev lihevkirin bi derbek giran bi paşmaweyên rêjîma Îranê û Hizbullahê binav kir û “Newaf Selam” Serokwezîrê Lubnanê ragihand ku çarçoveya wajokirî bi armanca paşekêşiya Îsraîl ji axa Lubnanê û vegerandina desthilat bi dewleta Lubnanê ye.

Ji aliyê din ve li bajarê Beyrûtê de endamên Hizbullahê bo nîşandana nerizayetiya xwe, hatine ser şeqaman û agir berdane tekeran û hêzên Lubnanê jî bo bersivdan bi wan aloziyên Hizbullahê xalên vekolîn li çendîn şeqamên bajarê Beyrûtê de danîn.