Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

rejîma Îranê 47 sale terorîzmê bo geşedana hêjmûniya xwe bikar tîne

10:20 - 27 Hezîran 2026

Donald Tiramp Serokomarê Amerîka li konferansa salane ya hevpeymaniya “Bawer û Azadî”yê de ragihand ku Komara Îslamî piştî êrîşên wan heyvên dawî, êdî şiyana serkeftinê li tu şerekî de nemaye.

Tiramp îşare bi dîroka 47 sal a rejîmê kir û got dibû salanek pêş niha ew rûbirûbûn qewimîba çimkî Tehran terorîzmê bo parastina desthelat û geşedana hêjmûniya deverê bikar aniye.

Tiramp bas ji kuştina Qasim Sileymanî yê terorîstê navnetewî li sala 2020ê kir û got navbirî li warê derûnî ve nexweş bûye ku êrîş dijî berjewendiyên Amerîkayê rêk dixist.

Tiramp got ku Elî Xamineyî rêberê rêjîma Îslamî ji dil ve  bi kuştina Sûleymanî dilxweş bû çimkî ji bilindbûna desthilata wî ditirsiya.

Herwisa Donald Trump li derheq êrîşên serbazî yên vê dawiyê yên Amerîka bo ser Îranê gotiye herçend şer nedixwast, lê giheştin bi aramî û rekeftinê eva hêlek lawekî û li rûyê neçariyê ve bû.

Navbirî sedema êrîşan bo jinavbirina şiyana mûşekî, dironî û bêhêzkirina hêza deryayî û rêgirîkirin li destpêregiheştina rêjîma Îranê bi çeka navkî, girê daye.

Herwisa Tiramp tekezî kir ku êrîşên dironî yên Îranê bo ser keştiyên bazirganî li nav avên Omanê de binpêkirina eşkere ya lihevkirina ragirtina şer bûye.

Tiramp ew operasyonên serbazî wek beşek ji stratejiya aştî bi rêya hêzê ve da xûya ku cîhan selamettir kiriye.