Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran: me binkên erteşa Amerîka li deverê de kire amanc

10:23 - 27 Hezîran 2026

Li berdewamiya zêdebûn a aloziyên serbazî di navbera paşmaweyên rêjîma Îranê û Amerîkayê, spaha Pasdaran a terorîst belav kiriye ku hêza deryayiya wan, li bersiva bombebarankirina qiraxavên Îranê, binke û baregehên erteşa Amerîka li deverê kiriye amanc.

Berê jî Amerîkayê li bersiva êrîşên dironiya bo ser keştiya bazirganî ya Êvêr Lavlî, çendîn saytên mûşekî û darayî yên rêjîma Îranê li devera Sîrîk teqandibûn, lê spaha pasdaran li daxûyaniyekî de êrîşa Amerîka wekî binpêkirinakirina agirbestê bi nav kiriye.

Spaha Pasdaran a terorîst di vê daxûyaniyê de, bi bê dana hûrdekariyên cih, cora êrîş an xisaran, îdia kiriye vê kiriye ku bi pêka benda 5a lêktêgeheştina Îslamabadê, kontirolkirina hatinûçûnê li Tengava Hormozê de li sitûyê Îranê  ye.

Spaha pasdaran a terorîst, hêlên nû û hevaliyên deryayî bi neyasayî binav kir û hoşdarî da ku eger êrîşên Amerîka berdewam bin, bersivên Tehranê wê berfirehtir û girantir bin, mijarek ku nîşan dide rejîma Îranê dixwaze bi berdewamkirina aloziyan, ewlehiya hêla navnetewî ya wizeyê bixe jêr metirsiyê.