Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokekî 3 salî bi sedema destnekevtina dermanê Hêmofîlî canê xwe ji dest da

10:59 - 27 Hezîran 2026

Tevî hemû îdiayên paşmaweyên rêjîmê, destnekevtina dermanan bo ser canê nexweşan bûye gef û li bajarê Xaşê de zarokek temen 3 salî bi sedema destnekevtina dermanê taybet bi nexweşiya Hêmofîlî, canê xwe ji dest daye.

Pêka rapora “HRANA”yê, “Ehmed Qewîdil”, endamê koma giştî ya navenda Hêmofîliya Îranê ragihandiye ku zarokekî temen 3 salî yê xelkê bajarê Xaşê bi sedema destnekevtina dermanên nexweşiya Hêmofîlî, canê xwe ji dest daye û ev zarok li wan heyvên dawiyê de çendîn caran li nexweşxanê hatibû razandin lê bi sedema destnekevtina berdewam a dermanên taybet ên faktor 13 li wan heyvan de canê xwe ji dest daye.

Herwisa navbirî ragihand ku zêdetir ji hezar nexweşên hêmêfîlî yên faktor 13 li Îranê de hene ku 700 kes ji wan, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de ne û destnekevtina dermanên hewce gefa gelek micid li ser canê wan e.