Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda amar a paşmaweyên rêjîmê nirxa enfilasiyonê belav kir

11:19 - 27 Hezîran 2026

Pêka datayên ku navenda amar a paşmaweyên rêjîmê belav kirine, nirxa xal bi xal a heyva Cozerdana îsal %88.6 zêde bûye ku bi wateya zêdetirbûna %88.6 a xercê kirinê ya malbatan li heyva Cozerdana îslal bi berhevdanîn digel heyva Cozerdana sala par e û herwisa nirxa enfilasiyonê bi pêka heyva pêştir a îsal jî %5.9 zêdetir bûye.

Herwisa navenda amar a paşmaweyên rêjîmê nirxa xal bi xal a heyva Cozerdanê li deverên gundan de bi %108 ragihandiye.

Belavkirina wan amaran li halekê de ye ku amara serast a enfilasiyonê gelek zêdetir ji wan amarên belavbûyî ye û pêştir jî çendîn caran li navendên aborî yên Îranê de huşdariya bilindbûna nirxa enfilasiyonê bo zêdetir ji %100 hatiye dan.