Hevpeymaniya Împekt Îran li daxûyaniyekî hevbeş de daxwaz li Amerîka û welatên din kiriye ku pirsa Mafê Mirov wek yek ji xalên bingehîn ên danûstandinên digel rejîmê Îramê bêne baskirin.
Li daxûyaniya Împekt Îranê de hatiye ku em daxwaz li dewletan dikin ku pirsa mafê Mirov jî hevşêweyê danûstandinên ewlehî û navkî digel Komara Îslamî bêxin ber bas û li destûra kar de bê guncandin.
Herwisa hevpeymaniya Împekt Îran li vê daxûyaniya hevbeş de hoşdarî da ku bi destpêkirina danûstandinên dîplomasî digel Komara Îslamî , kirîza Mafê Mirov li Îranê de nehatiye berçav girtin.
Wajokerên wê daxûyaniyê daxwaz ji dewletên peywendîdar kirine ku li pêvajoya danûstandinan de bi rohnî û berdewamî, bi sedema binpêkirina Mafê Mirov ve givaşên zêdetir bixin ser rêjîma Îslamî.
Di vê daxûyaniyê de îşare bi vê hatiye kirin ku bi givaş û tepeserkirina neraziyên seranserî yên heyva Befranbara 1404a kirine ku li wan nerizatiyan de, hezaran kes ji xelkê nerazî hatine kuştin, girtin û bêserûşûn kirin.
Herwisa îşare bi qûtbûna Înternêt û perdepoşkirna amara rast a kuştara bê rehmaneya xelkê bêzarbûye Îranê hatiye kirin ku yek li mijarên vê daxuyaniyê ye.
Hevpeymaniya Împekt Îran rêkxirava Pên a Amerîka, Navenda Mafê Mirov a Ebdulrehman Burûmend, Navenda piştevanîkirin li Mafê Mirov û Rêkxirava Mafê Mirov a Îranê ji xwe digre.