Di demekê de ku rêkeftina di navbera Îsraîl û Lûbnanê bi navbendçiya Amerîka li hember dawîanîn bi şer û aloziyan hate wajo kirin, Hizbûlahê çend êrîşên esmanî kire ser Îsraîlê û li dijkiryar de erteşa Îsraîlê jî behsa kuştina çend endameke wê girûpê kiriye.
Artêşa Îsraîlê ragehand, hêzên Îsraîlê li Devera Nebetiya Başûrê Lubnanê de çend çekdarên Hizbûlahê kirine amanc.
Herwisa di vê ragehandinê de artêşa Îsraîlê behs li têkşikandina çend êrîşên esmanî ên Hizbûlahê kirine ku Îsraîlê wek gef dijî ewlehiya welatê xwe bi nav kiribû.
Artêşa Îsraîlê pêdagirî li ser hewlên xwe bo bersivdana bi gefên Hizbûlahê kiriye û ragehandiye, em rê nadin ew girûpane zirarê bigehînine xelkê Îsraîl û hêzên me.
Herwisa tevî hewlên Amerîka bo dawîanîn bi şer û giheştin bi rêkeftinameya dawî di navbera Îsraîl û Lûbnanê, Hizbûlahê çendîn car êrîş kiriye ser Îsraîlê û li hember de Îsraîl li êrîşkirin bo ser wê girûpê berdewam e.
Herwisa Binyamîn Netenyahu ragehandiye heya çekkirina temam a wê girûpê li deverên Başûrê Lûbnanê de paşekişiyê nakin.