Neîm Qasim ê serokê Hizbullaha Lubnanê, lihevkirina ewlehî ya li navbera Îsraîl û Lubnanê ku bi navbendçîtiya Amerîkayê hatibû kirin red kir û ev bi teslîmbûn li hember Îsraîlê de binav kir
Pêka vê lihevkirinê, hêzên Îsraîlî dê qonax bi qonax, ji çend deverên Lubnanê derkevin û hêzên dewleta Lubnanê dê cihgîr bibin lê bi hêzên Îsraîlî derfet hatiye dan ku niha li devera berfirehbûyî ya ewlehiyê de bimînin
Serokê Hizbullahê tevî redkirina vê lihevkirinê dewleta Lubnanê tawanbar kir ku bi dana îmtiyazêm yek alî, desthilata Lubnanê lewaz kiriye.
Navbirî xalên ku derkevtina hêzên Îsraîlî bi çekkirina Hizbullahê ve girê dide rexne kir û îdia kir ku ev xal li praktîkê de rewatî bi amadebûna hêzên Îsraîlî dide û ji hemû hêlên sor derbas bûye.
Herwisa serokê Hizbullahê îdia kir ku dest ji şerê çekdarî bernadin û li dijwartirîn rewşê de her şer berdewam kirine.
Li berdewamiya şer de û pêka rapora dewleta Lubnanê, dironeke Îsraîlî li roja derbasbûyî, devera “Nebetiye El-Fewqa”yê de li başûrê Lubnanê, kiriye armanc û ev dever, derveyî devera ewlehî ya ragihandiya Îsraîlê ye.