Dazgeha bi navê dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, girtiyeke din yê xwenîşandanên Berfanbara 1404an ê bi navê "Fethullah Awerî" bidar bekir.
Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, medyayên ser bi dezgeha dadwerî ya rejîmê ragihandine ku sizayê sêdaredana wî ciwanê nerazî piştî pejirandina li Dîwana Bilind, hatiye cîbicîkirin.
Fethullah Awerî di xwenîşandanên 18ê Berfanbarê de li bajarê Hemedanê beşdarî kiribû û piştre di dema lipeyketina nerazîbûyan ji aliyê hêzên ewlehiye rêjîmê, di meha Berfanbara sala borî de, li parêzgeha Elborzê hatibû destbserkirin.
Dezgeha tepeserkar a dadwerî ya rejîmê bi tohmeta bêbingeh a mûharebe (şerê li dijî xwedê) û kuştina endameke hêzên tepeserkar ê bi navê Mehmûdcewad Bexşiyan, ev siza bi ser de sepandibû.
Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, hevdem ligel alozî û pevçûnên serbazî yên vê dawiyê, Komara Îslamî pêleke tund a sêdaredana girtiyên dosyeyên siyasî û ewlehiyê wekî amûrek ji bo tirsandina civakê bi rê ve biriye.
Li gorî van amaran, tenê di vî heyamê de herî kêm 40 girtiyên peywendîdar bi van dosyeyan ve, ji aliyê rejîmê ve hatine sêdaredan.