Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran, rêyên nû bo derbasbûn ji Hormozê diyarî kiriye

10:08 - 28 Hezîran 2026

Spaha Pasdaran a Rejîmê li nûtirîn ragehandina xwe de pêdegirî li ser vê kir ku keştî li Tengava Hormozê de tenê dikarin li wî cihî re derbas bin ku bo wan hatiye diyarî kirin.

Spaha Pasdaran di vê ragehandinê de behsa vê kir ku ew keştiyane ger bi bê hevahengî di vê rêyê de derbas bibin û li biryarên me serpêçiyê bikin, emê bi tundî rûbirûyê wan bibin.

Herwisa roja Çarşemî welatê Omanê bo vê armancê rêyek demkî bo derbasbûna keştiyan diyarî kiriye heya ku bo çareseriya wê pirsgirêkê li vê rêyê mifah bê wergirtin.

Ev reftara Spaha Pasdaran di demekê de ye ku, Serokomarê Amerîka li kombûna rojnamevanî de li barê Tengava Hormozê de gotibû, Tengava Hormozê bi temamî hatiye vekirin û rewş li vê cihê asayî ye û ti astengiyek di vê derheqê de nîne.

Berê jî JD Vênis, Cihgirê Serokomarê Amerîka behsa vê kiribû ku yek ji çar amancên serekî ên Amerîka li rêkeftinameya digel Îranê, pêkanîna ewlehiya Tengava Hormozê û rêgirîkirin li her cure pevçûnekê bûye.