Pêka dawî raporên belavbûyî, paşmaweyên rêjîma Îranê piştî êrîşkirin bo ser gemiya barhilgir a Sîngapûrê û bersivdana Amerîka bi vê êrîşê, spaha pasdaran a terorîst, îro Yekşemî yê bi diron û mûşekan welatên Kuweyt û Behrêynê kirine armanc û ev duyemîn binpêkirina agirbestê ji aliyê paşmaweyên rêjîmê ve ye.
Donald Tiramp Serkomarê Amerîkayê li şeva derbasbûyî de bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Truth Social” de rexne li duyemîn êrîşa paşmaweyên rêjîmê girt û ragihand: “Hekî rêjîma Îranê li binpêkirina agirbestê berdewam be, egera vê heye ku Amerîka rêjîma Îranê jinav bibe”.
Heta niha ti raporeke li derheq xisarên canî yan malî li derheq êrîşa dawî ya paşmaweyên rêjîmê bo ser welatên Kuweyt û Behrênê belav nebûye û mûşek û dironên ku bo aliyê wan welatan hatine avêtin, pitir li esman de hatine teqandin.