Roja Şemî 6ê Pûşpera 1405an, Yekemîn Kongireya Fedrasyona Navdewletî a Zimanê Kurdî li bajarê Dosêldorf a welatê Alman û bi beşdariya 120 endamên Ferdrasyona Navdewletî a Zimanê Kurdî û 35 qutabxanên Kurdî li seranserê cîhanê birêve çû, di vê kongirê de li destpêka bernamê de çendîn mîvan beşdar bûn.
Kongire bi beşdariya gelek rewşenbîr û kesayetiyên vêjeyî û akadêmîk ên Kurd li hemî beşên Kurdistanê û nûneratiya piraniya partî û rêkxistinên Kurdistanî, Dr Îsmaîl Kamîl Serokê Rewenda Kurdistanî û Felah Hesen wekî nûnerê taybet ê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û çendîn kesayetiyên Kurdistanî, Almanî hat lidarxistin.
Li vê kongirê de peyama pîrozbahiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îran-Nûneratiya Ewropa hate xwendin.
Piştre tev endamên kongirê li piroseyek Demokratîk de dang dane berbijêrên xwe û heşt kes wekî nûnerên Kurdistanê hatine hilbijartin.
Ew heşt kes wek desteya nû a birêveberiyê bo sê salên pêşerojê dê karên fedrasyonê encam bidin.
Demjimêr 7ê êvarê kongire bi serkeftî dawî bi karên xwe anî.