Pêka rapora “Reuters”ê delalên neftê yên ser bi paşmaweyên rêjîma Îranê, pêşniyara firotina nefta xwe bi nirxekî herî kêm dane Hindistanê û pêşniyar kirine û gotine wan ku hekî pêşniyarê qebûl bikin, dê neftê 3 heta 4 Dolaran erzantir bidne wan, lê heta niha Hindistanê ti biryarek li ser kirina nefta erzan a Îranê nedaye.
Pêka vê raporê, delalên nefta Îranê ku hejmarek kompaniyên biçûk in û li Dobey û Sîngapûrê de ne, ev pêşniyar bi Hindistanê dane, ev yeka li halekê de ye ku Hindistanê nefta hewce heta çend heyvên din dabîn kirine.
Nefta Îranê pitir ji aliyê Çînê ve dihate kirin û niha Çînê %40 a kirîna nefta xwe kêm kiriye û nefta Îranê li neftkîşan de her maye û ti bikirek nîne û dixwaze bi nirxeke hêj erzantir bifroşe.