Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Posterên rêberên rêjîmê li şeqamên bajarê Beyrûtê têne rakirin

14:09 - 28 Hezîran 2026

Pêka raporên belavbûyî, dewleta Lubnanê tabloyên ku wêneya Elî Xamineyî û Mucteba Xamineyî hebûne, li rêya balafirxaneya navnetewî ya Beyrûtê bo nav bajarê Beyrûtê hilgirtine û tabloya “yekem Lubnan” di cihê wan danîne.

Li rojên pêştir de nerizayetiyên li derheq danîna posterên rêberên rêjîmê gelek zêde bibû û berpirsên Hizbullahê ji rakirina wan posteran xwe parastibûn û ev bi erkê bajarvaniya devera Zahiyê binav kiribûn.

Ehmed Hecar, Wezîrê Navxwe yê Lubnanê dabû zanîn ku dê tevaviya wan posteran li heyama 2 rojan de rakin.

Piştî girêbesta Îsraîl û Lubnanê ku çekkirina Hizbullahê jî li xwe digre, pêgeha rizî ya paşmaweyên rêjîmê ji berê zêdetir jinav çoye û vê yekê derbeke giran e bo rêjîma Îranê.