N. Serbest Urmiye
Nêrînek li dor hegera lihevhatina yekcarekî ya Iran û Amerîkayê û bandorên wê li ser pirsa Kurd
Guhertinên dawiyê yên Rojhilata Navîn dîsan pirsa çarenivîsa Kurdan di qonaxeke nû û hestiyar de derbas dike. Piştî Demeke dirêj nakokiyan û şerê vê daviyê deng û basên ku li dor hegere gihîştina Îran û Amerîkayê bi rêkevtinea yekcarekî tên bihîstin, bi terzekê raya giştî ya Kurdistanê haydar kirine ku li dor pêgeha tevgera azadîxwazî ya Kurdistanê di hevrikî û hevkêşeyên nû yên herêmê de tekezê bike û bipirse ka gelo di lihevhatina zilhêzan de para Kurdan heye yan heman av û tasa caran e.
Bûyerên mehên borî dane xuyakirin ku Rojhilata Navîn hîn jî qada ji nû ve pênasekirina hevsengiyê di navbera hêzan de ye. Di vê navberê de hêz û tevgera azadîxwaziya Kurdistanê dîsan her weke salên borî selimandiye ku hebûn û berdewambûna wê girêdayî çi hêzeke biyanî ve nîne. Belku li ser destê têkoşerên Kurd hatiye rêkxistin. Tekoşerên ku bi can feda kirin, di zîndan de û li hember hemû cure karesatên hov ên dagîrkeran de xwe ragirtin û berxwedan da ku rêya azadiya neteweyî hertim ronahî bimîne. Xwîna şehîdan, berxwedana girtiyên siyasî û berdewambûna nifşên têkoşer di qada xebatê de, semyanek e ku çi peyman û girêbestek di cîhanê de nikare bihayê vê bide. Hevahengiya siyasî û avabûna hevpeymaniyeke kêmwêne di navbera partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de, hêviya rizgariyê geştir kir û pêgeha Kurdan di hevkêşe û guhertinên pêşerojê de gihande asteke bilindtir. Hevpemaniya han di rastî de yek ji girîngtirîn hewlên hevpar ên aliyên siyasî yên Kurd di dehsalên borî de tê hesibandin, ji ber ku yek reng û yek helwest li ser demokrasî, mafê çarenivîsê û guhertina pêkhateyên desthilatxwaz li Îranê de tekezê dike.
Ezmûna dîrokî dide xuyakirin ku nêrîna gelê Kurd li dor siyaseta zilhêzên cîhanê hertim bi parêz û ber guman bûye. Ji Peymana Cezayîrê ya sala 1975’an bigire, heta bizav û bûyerên salên 1991 û 2025’an û heta ya îro jî, parzûnê bîreweriya siyasî ya gelê Kurdistanê tejû ye ji mînakên ku tê de guhertinên jeopolîtîk bûne sedema bi valakirina pişta tevgera azadîxwaziya Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye jî ku di pêvajoya xebatê de, piştrastbûn bi hêzên biyanî bêyî piştevaniya navxweyî û wergirtina meşrûiyeta ji gel dijwar û ne mumkin şirove dike.
Ev lihevhatina heyî ku biryar e di navbera Waşîngton û Tehranê de pêk bê, berî ku li ser bingehên demokratîk an mafên mirovan be, li ser bingeha realîzma siyasî (realpolitik) û xirîserhevkirina qeyranên herêmî dimeşe. Di peymannameyên bi vî rengî de, zêdetir parastina hevsengiya hêzê û kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê armanc tên girtin. Li gorî rapor û texmînên ku heta niha di rojevê de ne, naveroka vê lihevhatinê jî heman mijarên ewlehiya herêmî, bernameya navokî, boykot û bazirganiya enerjiyê ye. Ev yek jî peyameke eşkere ye ku li cem lîstikvanên meydana siyaseta navneteweyî, pirsa Kurd bi giştî ne wekî dosyayeke siyasî ya serbixwe, belku di çarçoveya nêrînên ewlehî û parastina hevsengiya hêzê de tê nirxandin. Ji ber vê yekê, bawerîanîna bi vê hindê ku hevalbendiya navbera dagirker û zilhêzan bêyî beşdariya Kurdan dê rêya azadiya gelê Kurd berfireh bike, xeyaleke şaş û betal e.
Ev rewş ji bo têkoşer û azadîxwazên Kurd nayê wateya astengkirin û dawîhatina rêyên li pêşberî xebat û serkeftinê. Heta heke lihevhatinek di navbera Îran û Amerîkayê de pêk bê jî, ev rastiye nahê veşartin ku rewşa Îranê di hemû waran de guheriye û hîn bêtir aloz bûye. Qeyranên aborî û civakî, pirsgirêkên bêçareser ên rêveberiyê û hevkêşeyên herêmî, delîveyeke nû afirandine ku çalakvanên sivîl û siyasî li Îran û Kurdistanê, pitir ji caran yekgirtî û yekhelwest derkevin qadên xebatê.
Tevgera azadîxwaziya Kurdistanê gihîştiye wê rastiya girîng ku arîşe û astengiya herî mezin a li pêşiya wê, ne li Waşîngtonê û ne jî li Tehranê ye, belku di hindurê vê tevgerê bi xwe de ye. Ew bi temamî haydarî vê yekê ye ku parastin û bihêzkirina yekitiya siyasî, avakirina mekanîzmên hevpar ên biryardanê, berfirehkirina pêwendiyan bi civaka sivîl û nifşên ciwan re û her wiha darêtina bernameyeke siyasî ya zelal ji bo paşerojê, ji faktorên çespandin û bilindkirina asta pêgeha Kurdistanê ne di guhertinên li pêşerojê de. Ji ber vê yekê, her cure peymaneke di navbera Îran û Amerîkayê de, bigihîje encamê yan na, vê rastiya bingehîn naguhere: Rêya azadiya Kurdistanê têkoşîn, yekitî, hişyarî û fedakarî ye. Gelê Kurd di dirêjahiya dîroka hevçax de gelek caran di nava agir û tofanan re derbas bûye û her carê bi ezmûneke kûrtir û îradeyeke xurtir rabûye ser piyan.
Bêguman, pêkhatin her peymanekê ku texmîm tê kirin di navbera Îran û Amerîkayê de pêk were, dikare bandor li ser hevkêşe û hevsengiyên jeopolîtîk ên herêmê hebe, lê pirsa çarenivîsa gelê Kurdistanê ne di odeyên girtî û li ser maseyên dîplomasiya zilhêz û dagîrkeran, belku bi amadebûn, hevgirtin û hêza rêxistina tevgera azadîxwaziya Kurdistanê tê çareser kirinê. Tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, berî ku girêdayî bi guhertinên demkî yên di siyaseta navneteweyî be, di asteke berfirehtir ji bazneya hevkêşeyên hêzên herêmî û cîhanî de tê şirovekirin. Ji ber ku ew heqaniyet û hêza xwe ji civaka xwe, vîna gelê xwe û rêkxistinê xwe yên civakî werdigire.