N. Sîna Qasimî
Pêşekî
Dîroka Kurdistanê ne tenê çîroka çiya û berxwedanê ye, ew çîroka girtîgeh, odeyên take kesî û darvekirinê ye ku Kurd bi salan e pê re rûbirû dibe. Ji rejîma Pehlewî ve bigire heta rejîma Komara Îslamî ya Îranê, her gava ku Kurdan ji bo mafên neteweyî, azadiyên siyasî, an parastina nasnameya xwe dengê xwe bilind kirine, bersiva hikûmetên navendî kontrol, îşkence û darvekirin bûye.
Li welatekî ku pirsa maf û azadiya netewî wekî sûc hatiye pênasekirin, di dîrokê de Kurdan ji bo parastina raman, man û nasnameya xwe bi salan e nirx dane û didin, bi girtin, bi îşkence an jî di dawiyê de cane xwe bo vê yekê gorî kirine. Lêkolîna vê dîrokê ne tenê nirxandinek li ser derbasbûyê ye, ew lêgerînek e ji bo fêmkirina kokên zilmê ku siya xwe diavêje ser jiyanê.
Nêrîna hikûmetên navendî li hember Kurdan
Di dîroka hawçerx a Îranê de ji bilî netewa Fars hin netewe hene ku bi salan e heta ji hebûna mafê destpêkî yê ku bo her neteweyekê tê pênasekirin bêpar in. Tevî cudahîyên îdeolojîk ên di navbera rejîma Pehlewî û Komara Îslamî ya Îranê de, her du hikûmet li derheq pirsa Kurd bi nêrînekê û bi çavê ewlehî mêzeyî pirsa Kurd kirine. Di her du serdeman de, daxwazên siyasî, çandî û neteweyî yên Kurdan pir caran ne wekî daxwazek sivîl, belkî wekî gefek li ser desthilatdariya hikûmeta navendî hatiye dîtin. Piştî şoreşa 1357an, rêjîma taze geheştî bi desthilatê anku Komara Îslamî di cihê çareseriyek siyasî ji bo daxwazên Kurdan, di yekem rojên deselatdariya xwe de, dest avête ewlehî kirin û milîtarîzeya leşkerî a Kurdistanê. Rejîma Komara Îslamî, piraniya çalakvanên siyasî, sivîl û çandî yên Kurd bi tohmetên wekî "hewldan li dijî ewlehiya neteweyî", "Muharibe" û "mofsidê li ser erdê" girê daye, tohmetên ku di piraniya rewşan de dibine sedema cezayên giran ên girtîgeh û heta darvekirinê jî.
Lê Kurd ti carî li hember xwast û biryarên hikûmetên navendî serê xwe xwar nekirine û dev ji xebata ji bona parastina, ziman, nasname, dîrok û xebata bav û bapîrên xwe bernedane, ev yeke nifş bi nifş li pey xwe cî hêştine û ev bûye beşek ji pênaseya Kurdan. Her ev yeke jî bûye sedemê hindê ku nêrîna hikûmetên navendî yek li dû yekê li beranber pirsa Kurdan weke yek be û her bi yek awayê bersiva xwast û mafê Kurdan bidin, bersivek ku Kurd tenê li girtîgehê, li odeya take kesî, li dûrxistin û li ser darê Îdamê verdigre.
Cudakariya neteweyî û siyasî
Ji bilî givaşên siyasî, Kurdistan di heyama van salên borî de bi bêpariyeke aborî û civakî re rûbirû bûye. Rêjeya bêkariyê ya bilind, nebûna derfetên kar û pêşnekevtin li gelek deveran jiyana beşek zêde ji xelkê dijwar kiriye.
Di heman demê de, rewşa ewlehiyê ya li bajarên Kurdistanê û zextên li ser çalakvanên civaka sivîl îmkana şopandina daxwazên aştiyane sînordar kiriye. Beşek zêde kolberên ku ji ber nebûna derfeta kar, neçar bi Kolberiyê bûne, ev digel zêdetirîn metirsiyan rûbirû bûne, metirsiyên weke kuştin û birîndarbûn, dijwariya rê, teqeya rasterast û çend mînakên din.
Di rewşên weha de, bêparî û tepeserkirin hevdu bihêz dikin, hejarî zêde dibe û her daxwazek berê ku were bihîstin bi nêrînek ewlehî tê bersivdan.
Nebûna dadperweriyê di dadgehî kirinê de
Yek ji nîgeraniyên herî girîng di dosiyeyên siyasî û ewlehiyê de bo Kurdan nebûna dadperweriyê ye. Piraniya girtiyan ji mafê destpêregihîştina bi parêzer bêpar dikin, û gelek caran dadgehîkirin di rewşek ne zelal û heta bi bê hizûra girtiyan bi rê ve diçe.
Di dosiyeyên weha de, dosiye pir caran şûna parastina bersûcan ew li ser rapor û tohmetên dezgeha dadwerî disekine. Ji ber vê sedemê, malbatên girtiyan û çalakvanên mafên mirovan li ser vê bawerê ne ku çarenivîsa piraniya dosyeyan bi awayê selîqeyî û ne dirust e.
Dema ku zelalî di poroseya dadgehiyê, mafê parêzer û serxwebûna dadweriyê diçe bin pirsiyarê, bawerî bi dadperwerî jî zirarê dibîne. Di rewşên weha de, dadgeh, di cihê ku ji bo yasayê penagehek be, dibe amûrek ji bo piştrastkirina biryarên pêşwext.
Encam
Di dîroka hevçerx a Kurdan li Îranê de dîrok şahidê têkoşîn û parastina nasname, ziman û mafên wan ên siyasî ye, digel wê yekê ku Kurd berdewam digel tepesekirin, dûrxistin, zext û givaşan rûbirû bûye. Ji serdemê rejîma Pehlewî ve bigire heta Komara Îslamî, siyaseta hikûmetên desthilatdar, li hember daxwazên Kurdan her tim bi yek siyaset û bi yek awayê bûye.
Di dawî de li derheq girtin û kuştina welatiyan dixwazim wê yekê zêde bikim ku li pişt her navekî di lîsteya girtiyan, îdamkirî û qurbaniyên tepeserkirinê de, dehan jiyan tejî ji xeyal û xwezî tên şewitandin, lê bi şewitîna wan xeyalan rêya xebatê bo her takek bi şeref ronî dibe û têna wî agirî dibe sedemê şewitîn û ji navçûna text û bextê dujminên gelê Kurd.