Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hîcrî: Rûxandina rêjîmê erk û berpirsiyariyeke giştî ye û girêdayî yekîtî û hevgirtina hemû azadîxwazên Îranê ye

09:14 - 29 Hezîran 2026

Kak Mistefa Hîcrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê şeva şemiyê li ser yekşemiyê, 7ê Pûşperê di bernameya 'Meydan' a beşa farisî ya Dengê Amerîkayê de ragihand ku ew tiştê li herêmê rû dide, bingeha gelek guhertinên siyasî amade dike ku Îranê jî li xwe digire. Têgihîştina di navbera Amerîka û Îranê de, çi bigihîje rêkeftinê û çi têk biçe, dê guhertinên pir bingehîn li pey xwe bîne.

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat di bersiva wê pirsê de ku çima Hizba Demokrat di xwepêşandanên du salên borî de tevgereke meydanî nekiriye û çalakiyên wê tenê di ragihandina mangirtinê de sînordar bûne, got: Rast e me daxwaza serhildan û hatina ser şeqaman a xelkê Kurdistanê nekir, ji ber ku em piştrast bûn ku Komara Îslamî ya ku şikesteke giran ji Amerîka û Îsraîlê xwariye, dê tola şikestên xwe ji xelkê serhildayî ê Kurdistanê hilîne. Me di demekê de ku Komara Îslamî di 18 û 19ê Befranbarê de bi hezaran kes li ser şeqaman li xwîn werdan, li Kurdistanê daxwaza mangirtinê kir û herî kêm ji sedî 80ê bajar û navçeyên Kurdistanê bersiva daxwaza me dan. Ji ber wê we digot em her bangeşeke raperîn û hatina ser şeqaman bidin, xelk dê werin lê belê pir bi tundî tên tepeserkirin û komkujkirin; tevî wê jî li hinek navçeyên Kurdistanê li Îlam û Kirmaşanê hinek nerazîbûn hebûn ku wekî hûn dizanin hatin tepeserkirin û şehîd û birîndarên me yên zêde jî hebûn.

Kak Mistefa Hîcrî di bersiva wê de ku hûn bi giranî hatin mûşekbaran kirin, lê tevî vê rewşê jî we ti berevaniyek ji xwe nekir, behsa wê kir ku li destpêka şer de pir dihate gotin ku Hizba Demokrat û hêzên kurdî mil bi milê Amerîka û Îsraîlê li dijî Komara Îslamî tên eniya şer. Rast e Hizba Demokrat di pêxema bidestxistina mafên xwe de li dijî Komara Îslamî di xebat û têkoşînê de ye, lê belê cewher û armanca xebata me cuda ye ji armanca wan welatên ku tevî rêjîmê di şer de bûn. Piştî wê jî Îran tenê bi Kurdistanê rizgar nabe û rûxandina Komara Îslamî jî tenê erka xelkê Kurdistanê nîne. Rûxandina rêjîmê erk û berpirsiyariyeke giştî ye û girêdayî yekîtî û hevgirtina hemû azadîxwazên Îranê ye. Bêguman amadeyiya karê meydanî û pêşmergane ya me hebû, Kurdistan nîştimana me ye û her gava ku em rewşê guncaw bibînin em ê vegerin.

Sekreterê Giştî yê Hizbê di bersiva wê pirsê de ku hûn hêzeke çekdar in û baweriya we bi xebata çekdarî jî maye, nexwe çima tevî ku zêdetirî 200 caran êrîş li ser we hatin kirin, we çekên xwe û hêza xwe ya pêşmerge bo berevaniyê bi kar neanî, ronî kir ku Hizba Demokrat şiyana bersivdana êrîşên dronî û mûşekî yên Komara Îslamî nîne, ji bilî wê ne tenê binkeyên Hizba Demokrat, belku Herêma Kurdistanê û welatên erebî jî ketin ber êrîşên mûşekî yên rêjîmê û bertekên wan jî her wekî ya me bû. Xo ger me bersiva êrîşên Komara Îslamî bi berteka pêşmerge li navxweyî welat de bida, dibe ku xelkê me bihata komkujkirin û Kurdistan jî ji aliyê rêjîmê ve kawil biba. Em zêdetirî 80 sal e nirx û bihayên giran bo xebata xwe didin û me nexwest xelkê me li navxweyî welat her bi tenê bin û her ew ji vê zêdetir ziyan û xesariyan bibînin. Kak Mistefa Hîcrî di bersiva wê pirsê de ku mayîna we li Herêma Kurdistanê çendîn çalakiyên we sînordar kiriye, veneşart ku rewşa mayîna Hizba Demokrat li Herêma Kurdistanê bûye sedema wê ku di du salên borî de rêkeftinnama ewlehî ya di navbera Tehran-Bexda-Hewlêrê de bi ser Hizba Demokrat de bê sepandin û li gorî wê peymana ku li hember hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye, rê li şandina hêza pêşmerge bo Kurdistanê bê girtin.

Sekreterê Giştî yê Hizbê di beşeke din a hevpeyvînê de behsa wê kir ku xebata Hizba Demokrat û tevgera kurd xebateke piralî ye û bi rawestandina xebata pêşmerge û meydanî ev têkoşîn bi dawî nabe, wekî çawa em dibînin xelkê Kurdistanê tevî hemû tepeserî û givaşên ewlehî, birêkûpêktirîn civaka siyasî ne li beramberî navçeyên din ên Îranê û ew jî berhema xebat û hewldana hizbên siyasî yên Kurdistanê ye. Lê belê niha ku Komara Îslamî bi binpêkirina rêkeftinnama ewlehî û peymanên xwe di êrîşên xwe yên bo ser hizbên siyasî û binke û baregehên wan de berdewam e, bêguman siyaset û berteka me û hizbên kurdî yên din ên hevpeyman dê guhertin li ser de werin.

Kak Mistefa Hîcrî di bersiva wê pirsê de ku xebata pêşmergane dikare bibe piştgira xebata medenî û girseyî, ragihand ku rast e Hizba Demokrat hêza pêşmerge ya çekdar heye, lê belê stratejiya Hizba Demokrat yekîtiya siyasî û bi pratîk tevî aliyên din ên Îranî ye di pêxema çêkirina alternatîfekê li dijî Komara Îslamî û ger ew xebat û têkoşîn aliyê pêşmergane bigire, dibe ku me negehîne wê armancê ku xebateke siyasî, medenî û cemawerî di asta seranserî de dikare bi dest bixe. Di heman demê de em dizanin ku xebata çekdarî dibe sedema tepeserkirina zêdetir û xwînavîtir a tevgera kurd û xelkê Kurdistanê. Sekreterê Giştî yê Hizbê di bersivdana wê pirsê de ku gelo ev tenê dîtina we ye yan a hemû rêberiya hizbê ye, got ku di Hizba Demokrat de biryaran kesek bi tenê nade û hemû biryarên siyasî û giring di kongre û komîteya navendî de bi komî tên girtin û ev siyaseta niha jî bi komî biryar li ser hatiye girtin. Kak Mistefa bi amajekirina bi wê ku dibe ku çaverêbûna xelkê Kurdistanê bi taybetî ciwanan piştî tevgera Jînayê bo xebata pêşmergane ya hizbê zêdetir bûbe, lê belê siyasetên rast û realîst ên hizbê ew têgihîştin û qenaet li cem wan jî çêkiriye û li gorî wê em dikarin bêjin pêgeha siyasî û cemawerî ya Hizba Demokrat ji ya caran jî bihêztir e.