Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê Tunêleke 200 mêtrî ku rêjîma Îranê çêkiribû teqandin

09:22 - 29 Hezîran 2026

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan tuneleke bin erdê li herêma gundê Mecdel Zûn li başûrê Libnanê, di nav sînorê ku wekî "herêma ewlehiyê" tê naskirin de, peyda kirine û teqandine, tunelek ku li gorî gotina artêşa Îsraîlê bi karanîna amûrên Komara Îslamî ya Îranê hatibû çêkirin.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê roja yekşemê got, ev tunela ku dirêjahiya wê zêdetirî 200 metre û kûrahiya wê zêdetirî 25 metrî bû, bi karanîna teknolojî û pisporiya Komara Îslamî ya Îranê hatibû çêkirin.

Wî berdevkî rûnî kir ku di nav vê tunelê de bi sedan parçe çek û çar platformên avêtina raketan ku ber bi axa Îsraîlê ve hatibûn danîn, hatine aşkerekirin.

Artêşa Îsraîlê herwisa ragihand ku ew ê ji bo rakirina gefên li ser hêzên xwe, li herêma ewlehiyê ya başûrê Libnanê berdewamiyê bide operasyonên xwe û dê rê nede ku Hizbullah ewlehiya welatiyên Îsraîlê û hêzên artêşa vê welatî bixe metirsiyê.

Artêşa Îsraîlê berdewamiyê dide operasyonên xwe yên li dijî Hizbullahê girûpa niyabî ya Komara Îslamî. Lubnan û Îsraîlê herî dawî li ser çarçoveyekê ji bo bêçekkirina Hizbullahê peymaneke sêalî îmze kirin ku Amerîka jî beşek ji wê ye.