Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera vê heye li roja Sêşemiyê Amerîka û rêjîma Îranê danûstandin hebin

09:44 - 29 Hezîran 2026

Pêka rapora “Axios” paşmaweyên rêjîma Îranê dê li roja Sêşemiya vê heftiyê digel Amerîkayê li welatê Qeterê de danûstandinê bike û mijara danûstandinê, mijara ewlehî û hatin û çona gemiyên ticariye li tengava Hormozê de û herwisa wan 2 aliyan lihev kirine ku êrîşên bi dijî hev bisekinînin.

Pêka rapora Axios, her 2 alî dê bi awayê demkî êrîşan rawestînin û li halekê de danûstandin dê berdewam bin, gemî bi awayekî azad dê ji tengava Hormozê re derbas bibin.

Li vê raporê de hatiye ku pêka biryara wan 2 aliyan, dibiya li welatê Swîsê de civîn bi rê ve çoba, lê bi sedema zêdebûna dijheviyan, cihê danûstandinê bo bajarê Dohê ya paytexta Qeterê hatiye guherîn.

Axiosê ragihandiye ku biryar e “Nîk Stîwart” ê serokê tîma teknîk a Amerîkayê li vê danûstandinê de beşdar be, lê heya niha xuya nine ku ji aliyê rêjîma komara Îslamî ve kê û kîjan berpirs di vê rûniştinê de beşdar be.