Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Hekî Îran li Tengava Hormozê de gefa çêke,emê jêrxanên serbazî bikne amanc

10:33 - 29 Hezîran 2026

Mayk Walltiz Nûnerê Amerîka li Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî de ragehand ku hekî Komara Îslamî li Tengava Hormozê de li gefkirin û biamancgirtina keştiyên Navdewletî berdewam be, emê jêrxanên serbazî ye wê bikne amanc.

Roja Yekşemî 7ê Pûşperê, Mayk Walltiz li gotubêjekê de ligel Fox Newsê ragehand, hekî Komara Îslamî heta bo çirkeyekê jî wiha hizir bike ku Serkomarê Amerîka li hember êrîş bo ser keştivaniya Navdewlatî yan binkên serbazî ên Amerîka dijkiryarê nîşan nade, li xeletiyê de ye.

Walltiz ragehand Amerîka li dema hewce de, hemû hewlek serbazî bo jinavbirina wan jêrxanên ku bi armanca kontirolkirina neyasayî rêyek avî a navdewletî mifah jê tê wergirtin, dixe kar.

Nûnerê Amerîka li rêkxistina Neteweyên Yekgirtî de zêde kir ku Donald Tiramp bawerî bi dîplomasiyê heye, lê sebra wî hertimî nîne.

Navbirî tekezî li ser vê kir ku Tiramp bijardeyek din li ser mêz de nîne û amanca sereke ev e ku Komara Îslamî tu carî nikare bibe xwediyê çeka navkî.