Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê gefê li Omanê dike ku nabe digel welatên kendavê hevra be

10:36 - 29 Hezîran 2026

ElîEkber Wilayetî, şêwirkarê rêberê rêjîmê huşdarî da berpirsên Omanê ku nabe digel welatên kendavê hevhizir be û heta hekî li jêr givaşên hundirî de be jî nabe gotinên wan bi dijî biryarên rêjîma Îranê bin, neku dê derbe bi pêşîneya pêwendiya dostane û rêzgirtina dualî li navbera wan bikeve.

Berpirsên Omanê wek welatên kendavê li ser vê baweriyê ne ku hatinûçona deryayî li tengava Hormozê, dibe azad û bê bac be, lê spaha pasdaran a terorîst li ser vê biryara xwe ya neyasayî mukum e, ku dibe ev gemiyane bo derbasbûnê bacê bidne wan û pêka rênimûniyên wan ji tengavê re derbas bibin.

Gotina berpirsên Omanê kerba paşmaweyên rêjîmê li pey xwe aniye û rêjîm bi gefxwarin li welatê Omanê, dixwazin ku vê biryara spaha pasdaran a terorîst bo vergirtina bacê ji gemiyan, erê bike.

ElîEkber Wilayetî gef li çendîn welatên din ên kendavê jî kiriye ku nabe hevkariya Amerîkayê bikin.