Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîzên jiyanê kûrtir dibe, nirxa xaniyan li Îranê %80 bilind bû

10:37 - 29 Hezîran 2026

Di dema ku kirîzên aborî givaş li ser jiyana malbatan zêdetir kiriye, “Tûrec Serbaz”, Endamê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Şêwirmendên Emlekê, ragihand ku piştî zêdebûna aloziyên deverê, nirxa xanîyan %80 bilind bûye.

Wî bi rexne girtin ji rola bankan di aloziya bazara mal û xaniyan de got: “dana pere û çavkaniyên bankan bi delalan, bûye sedema pêlek nû ya bilindbûn û zêdekirina nirxa mal û  milk û xaniyan.”

Eva di demekê de ye ku Navenda Amar ya Îranê rêjeya zêdebûna nirxa xanî û kirêyan di meha Cozerdanê de nêzî %35 ragihand; amarek ku gelek pispor li ser vê bawerêne ku ji rastiya bazarê û têçûya ku li ser malbatan hatine sepandin, dûr e. Her çend, amarên fermî jî nîşan didin ku nirxa xanî, av, beriq û gaz”  zêdetirî %36 bilind bûye û di enflasyona têçûya jiyana malbatan de zêdetirîn rol heye.

Ji aliyekî din ve, zêdebûna nêzîkî %97 ya nirixê kelûpelên avahîsaziyê di zivistana sala 1404’an de, egera berdewamkirina bilindbûna nirxa xanîyan zêdetir kiriye.