Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek parlamenter û berpirs li Îraqê de bi tohmeta gendeliyê hatne girtin

10:53 - 29 Hezîran 2026

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê roja yekşemê, hejmarek ji siyasetmedar, parlamenter û berpirsên bilind ên hikûmetê desteser kirin.

Çavkaniyên ewlehî û yasayî ev gava wekî destpêka operasyoneke berfireh bi fermana Elî Zeydî, Serokwezîrê nû yê Îraqê, ji bo nehêlana gendeliyê wesif kirin.

Yekeyên taybet ên dije terorê bi ser mala çendîn berpirsên bilind de girtin li Herêma Kesk a Bexdayê û ew desteser kirin.

Ev operasyon piştî wê yekê hat ku Elî Zeydî, yê ku ji meha Gulana borî ve desthilat girtiye dest, soz dabû ku pêşya gendeliya bigre û desthilata dadweriyê jî fermana desteserkirinê ji bo tohmetbaran derxistibû.

Micidiya navbirî bûye sedema aşkerebûna toreke berfirehtir ji berpirsên ku di gendelî û diziya serwerta giştî de dest hebûne.

Hinek ji tohmetbaran berî gihîştina hêzên ewlehiyê hewla revînê dabûn, desthilatdaran dergehên Herêma Kesk a Bexdayê girtin û operasyoneke berfireh a gerîn û tevtêşê dest pê kirine ku tê pêşbînîkirin di rojên bê de jî berdewam bibe.

Di nava girtiyên gendelkar de dehan Parlemantar, wezî û kardarên bilind ên hikûmetî hene.