Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Gulanê de herî kêm 80 girtî hatine bidarvekirin

09:59 - 4 Hezîran 2026

Li gorî raporta Hengawê, di meha Gulana 2026an de li girtîgehên rêjî Îranê de, herî kêm sizaya sêdaredana 80 girtiyan hatiye cîbicîkirin. Ji van kesan nasnameya 76 girtiyan hatiye piştrastkirin ku di nav wan de jinek bi navê Esma Zareî ya 28 salî jî heye.

Ji koma girtiyên hatinî sêdaredan, tenê %19 ji aliyê çavkaniyên fermî yên Îranê ve hatine ragihandin û hukmê 19 kesan jî bi dizî û bê agahdarkirina malbatên wan hatiye cîbicîkirin.

Herwisa di vê mehê de 17 girtiyên siyasî û tometbarên sîxuriyê hatine bidarvekirin ku di nav wan de 4 kurd, belûçek, sê girtiyên xwepêşandanên meha Befranbarê û du welatiyên Iraqî hene.

Ji aliyê neteweyî ve, herî kêm 26 girtiyên fars, 17 kurd, 12 belûç û 8 Azerî hatine sêdaredan. Li girtîgehên parêzgeha Farsê (14 doz) û parêzgehên wekî Urmiye û Îsfahanê (her yek 11 doz) herî zêde cezayê bidarvekirinê hatiye cîbicîkirin.