Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Wanê Konferansa Tifaqa Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê Hat Lidarxistin

13:31 - 29 Hezîran 2026

Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (ku ji PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN û kesayetên serbixwe pêk tê), piştî Qoser, Îzmîr û Ruhayê, konferansa xwe ya çaremîn di 27ê Hezîrana 2026an de li bajarê Wanê li dar xist. Konferans li Hola Yilmaz Guney a Baroya Wanê bi beşdarîya sîyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên gelek saziyan birêve çû.

Di konferansê de daxuyaniyeke hevpar hat danîn û nûneran gotin: "Ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê re jî, ji sîyaseta entegrasyona demokratîk re jî na." Beşdaran bal kişandin ser girîngîya avakirina tifaqeke neteweyî û Kurdistanî ya li ser bingeha prensîban.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de destnîşan kir ku sîyaseta 100 salî ya dewletê ya "yek milet, yek ziman" û sîyaseta ku mafên neteweyî yên kurdan tune dihesibîne, nayên qebûlkirin. Ozçelîk dîyar kir ku armanca wan ew e ku di payîza 2026an de ligel hemû alîyên Kurdistanî (wekî HAK-PAR û PDK-BAKUR) konferanseke hevbeş a mezin li dar bixin.

Ev konferans bû sedema geşbûn û xurtbûna hêvîyên temsîlîyeta neteweyî li Bakurê Kurdistanê.