Li gorî daxuyaniya hikûmeta Iraqê heta 30’ê Îlona îsal Rezberê, dem daye komên çekdar ên şîe yên ku ji aliyê rêjîma Îranê ve tên piştgirîkirin da ku çekên xwe radestî hikûmetê bikin. Ev muhlet ligel dawîbûna dema Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi rêberiya Amerîkayê li Iraqê de ye.
Ev biryar beriya serdana Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Ez-Zeydî bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û herwisa rojek piştî serdana Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî bo Bexdayê hate ragihandin. Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder El-Ebudî diyar kir ku piştî vê rêkefta ku hatî diyarkirin, her çekek ku li derveyî çarçoveya dewletê be dê wekî sûc bê dîtin û li gorî yasa kiryar li dijî bê kirin.
Hevdem ligel van geşedanan, hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi piştgiriya artêşê operasyonek li "Herêma Kesk" a Bexdayê pêk anî. Di encama vê operasyona li dijî gendeliyê de, pitir ji 70 kesî hatin girtin ku di nav wan de berpirsên dewletê û parlamenter jî hene. Tê gotin ku hinek ji girtiyan kesên nêzîkî Tehranê ne ku bi milyardan dolar li malên wan de, dest biser de hatiye girtin.