Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl bo şer digel paşmaweyên rêjîma Îranê xwe amade kiriye

09:51 - 30 Hezîran 2026

Li gorî daxuyaniya wezîrê berevanî yê Îsraîlê Yisrael Katz, artêşa Îsraîlê ferman standiye ku ji bo operasyoneke serbixwe ya bi navê "Şîn û Spî" li dijî Îranê amade be. Katz hişyarî da ku eger Komara Îslamî ya Îranê mûşekan ber bi xaka Îsraîlê ve baveje, Îsraîl dê bersiveke tund û wêranker bide.

Katz destnîşan kir ku Îsraîl her çend naxwaze hewildanên dîplomatîk ên serokê Amerîkayê Donald Tiramp asteng bike, lê hekî Îran êrîş bike an jî danûstandinê bi dawî bibin, şer dikare "sibe" an di nav du rojan de dest pê bike. Navê "Şîn û Spî" (rengên ala Îsraîlê) tê wateya operasyoneke tenê bi hêza Îsraîlê û bêî alîkariya welatên din.

Wezîrê berevaniyê got ku şiyana mûşekî ya Îranê lawaz bûye, lê hîn jî dikare êrîş bike. Wî herwisa li ser Mctaba Xameneî jî got: ku ew "hatiye nîşankirin ji bo mirinê." Di dawiyê de Katz tekez kir ku ew ê tu carî rê nedin Îranê bibe xwediyê çekên navokî.