Di demekê de ku Donald Tiramp Serkomarê Amerîka daxwaz ji berpirsên rejîma Komara Îslamî kiribû ku roja Sêşemî 9ê Pûşperê li Dohe danûstandinê bikin, Îsmaîl Beqayî berdevkê Wezareta rejîmê ew daxwazî red kir.
Roja Dûşemî 8ê Pûşperê, Îsmaîl Beqayî berdevkê Wezareta Derve a rejîmê ragehand, em li rojên bê de tu danûstandinê ligel Amerîkayê û li tu astekî de nakin.
Beqayî ragehand ku eva ku nûneratiya Amerîka sardana Qeterê dikin tu peywendiyek bi vê şanda me ve ku armanca bidûdeçon bo cîbicîkirina xala 11 a rêkeftinamê sardana wî welatî kirine,nîne.
Donald Tiramp Serkomarê Amerîka li rojên derbasbûyî de behsa vê kiribû ku roja Sêşemî ligel şanda danûstankar a rejîma Îranê li Dohe paytexta Qeterê kom dibin û berdevka Koşka Sipî di vê peywendiyê de ragehand ku Sitîv Wîtkaf û Cêrd Koşnêr wekî nûnerên Amerîka ber bi Qeterê ve birêkeftne.