Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Bakûrê Kurdistanê Şêx Seîd û hevalê wî hatin bibîranîn

10:47 - 30 Hezîran 2026

Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê (PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN û kesayetiyên serbixwe), di 28’ê Hezîrana 2026’an de li bajarê Amedê bi lidarxistina komcivînekê, rêberê neteweyî Şêx Seîd û hevalên wî yên sala 1925’an bi bîr anîn. Ev kor û civîna bîranînê, ji aliyê Elî Oncû ve hate birêvebirin û bi sirûda netewî a "Ey Reqîb" û rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di vê konferansê de lêkolîner Seîd Veroj li ser dîroka rêxistinên kurdî, nevîyê Şêx Seîd Mahmûd Fevzî Firat li ser rola olî, neteweyî û malbatî ya Şêx Seîd, û Nasir Melekanî jî bi zaravayê kirmanckî li ser rola civakî û eşîrî ya serihildanê gotarên xwe pêşkêş kirin. Her sê axaftvanan tekez kir ku tevgera 1925’an xwedî karakterekî neteweyî û civakî bû.

Herwisa Berpirsê Ragehandina PDK’ê Dr. Salar Osman û siyasetmedar Muslum Korkûtay jî wek mêvan beşdar bûn û nêrînên xwe parve kirin. Di dawiyê de, ji bo giyanê şehîdan fatîhe hate xwendin. Ev çalakî ku gelek rewşenbîr û siyasetmedar tê de amade bûn, bi serkeftî bi dawî bû.