Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma Dana Birwanameya Rênivîsa Kurdî li Pîranşarê

13:33 - 30 Hezîran 2026

Navenda çandî û Fêrkirinê ya Beyan (Liqa Çiyane) li gundên Nimincê û Bêkosê yên ser bi bajarê Pîranşarê ve, dewreyeke fêrkirina a rênivîsa zimanê kurdî bi rê ve bir û di dawiya wê dewreyê de, rêûresmek hat lidarxistin.

Di wê dewreyê de, mamosteyan Muhsin Mihemednejad û Kak Berze waneyên rênvîsa kurdî dane fêrxwazên her du gundan.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dewreyê de zarokan û bi taybetî keçan wekî endamên çalak beşdarî kirine û pêşwaziyeke germ ji fêrbûna zimane dayikê re kirine.

Di dawiya wê rêûresmê de, birwanameya fêrbûna rênivîsa kurdî li ser beşdarbûyan de hat dabeşkirin.

Li doma çalakiyên çanda netewî li Rojhilatê Kurdistanê de, li Bokanê jî Pêşangeha Pirtûkên Kurdî yên Zarokan û Berhemên Şêwekariyê Dest Pê Kir

Li bajarê Bokanê, bi hewla Saziya Perwerdehî ya "Serbexwe", pêşangeha pirtûkên kurdî yên zarokan û berhemên hunerî dest pê kir. Ev pêşangeh bi armanca geşepêdana çand û xwendina pirtûkan, piştgiriya hunermendan û avakirina pireke di navbera huner û civakê de hatiye vekirin.

Di vê çalakiyê de, berhemên şêwekarê naskirî Erdelan Xulamî û pirtûkên fêrkirinê yên nivîskar Sûsen Hesenzade hatin nasandin. Pêşangeh bi amadebûna hejmareke zêde ya edîb û rewşenbîran, heta roja çarşemê li kolana Kawanî 1, dê berdewam be.