Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 519 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

08:51 - 6 Hezîran 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 519 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt- Stratejiya Dualî: Tund û Nerim li şer de.

Rûpela 2 – Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li derheq pêla Nû ya bidarvekirinan li Kurdistan û Îranê de.

Rûpela 3 – gotara - Dalaho, Dubarebûna dîrokê an qonaxeke nû di tevgera rizgarîxwaziya neteweyî de, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 4 – Gotara - Cîhan li pişt bûyeran, ji nivîsa Şemal Terxîbî û Wergêrana Sîmîn Rûhanîzade.

Rûpela 5 de gotara - Desthilata Melleyan di navbera sebra împaratoriyan û dema rakirina bingehîn de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.

Rûpela 6 – gotara - Kurd di navbera bêdengiya civaka navnetewey û hirsa rejîma dagîrker de, ji nivîsa Nasike Nesîrî, û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 7 ê de gotara - Teror, tepeserî û Tirs ji Hişyariyê, Dênek li Şehadeta Birayên Weysî li Kirmaşanê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade li derheq rewşa girtî û siyasetên rejîma Îranê li hember girtiyan, hevpeyvîn digel Hemîd Çepatî Çalakvan û Girtiyê Siyasî encam daye.

Rûpela - 9 - Gotara - Kurdistan kabûsek dîrokî ya dagîrkeran e, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 10 –Gotara - Îxaneta Hestyarî, Birîneke Bêdeng a Jinan e, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 519 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Dalaho, melbenda rêvîngên rêya azadiyê” ku temsîla terora terora hikûmetî a du birayên Kirmanşanî bi nevên Meysem û Mcteba Weysî ji aliyê rêjîma Îranê ve dike, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.