N. Nûredîn Sofîzade
Şerê di navbera Amerîka û Îsraîl û rêjîma Îranê tenê taktîk yan berçav nine, belku xwedî stratêjiyekî kûr û demdirêje û hemî ev kiryar û gotin ku rojane guhertin bi ser de tên tenê taktîk û riwaletî ne û dikarin parek ji mekanîzma şer bin, îca şerê leşkerî û êrîş be, yan dîplomasî, yan gef, yan danûstandin be. Parek ji wan şerê nerim, şerê pirûpagende, şerê derûnî, û yên dine ne.
Hekîne ne Amerîka û ne Îsraîl herwisa bê stiratêjî û amancdar, herwisa bo xweşî şerê digel Îranê dest pê nekirine, şerê wan 2 welatan renge taze bi berçav bi bombebaranê xuya dike, ev şerê wan 47 sale bi awayên cuda berdewam bûye, bi hemî taybetmendiyan jî ev şer di demekê de dawî pê bêt ku aliyek, aliyê dine ji nav bibe.
Şerê wan bi destbiserdegirtina balyozxaneya Amerîka li Îranê de, bi barmite girtinê, bi biloke kirina serweta Îranê, bi nebûna balyozxaneya Amerîka û Îsraîl li Îranê û nebûna dîplomasiyê. Bi çêkirina dehan girûpên terorîstî li nawçê de bi dijî Amerîka û Îsraîl, ji aliyê rêjîma Îranê, bi êrîş û kuştara Cihûyan li her derê cîhanê ji aliyê Îranê ve û teqandina navenda Cihûyan li Arjantînê, teqandina payîgehên Amerîka li Erebistan û Libnanê de, û gelek curên dine ên şer berdewam bûne.
Herduk alî êdî rengê hindê dide ku ji wî cure şerî westiya bin, lewma ev şer radîkaltir kirin, ger bo 40 rojan hêza Îranê bi êrîşan hate lewazkirin, lê bê guman pêwajoya wî şerî dê berdewam be, çi agirbest bê kirin yan ne, heman qonaxên lewazkirin û li encamê de sernixûnkirina rêjîma Beisa Îraqê wê li ser rêjîma Îranê diceribînin.
Gotinên tund ê Tiramp li beramber Netenyahu, dibe ku sedema serekî ya guhertina ji nişka ve di helwestên rayedarên Komara Îslamî ya Îranê de guhertinê çê bike. Di van demên dawî de, berpirsên bilind ên wekî Qalîbaf û Iraqçî bi tundî giranî dane ser rawestandina şerê Libnanê û parastina Hizbullahê. Ev nêzîkatî nîşan dide ku mijara Hizbullah û rakirina qedexeyên deryayî êdî ne tenê şertek ji şertên danûstandinan in, belku ji bo Tehranê bûne pêşengiyên stratejîk.
Armanca min ev e ku nabe tenê em li rewaleta şer binêrin û bibînin, ev taktîk û bilind û nizmiya rojane jî em li gotin û kiryara aliyan de dibînin, nabe bandore li ser me û xebat û berxwedan û şerê me digel rêjîma Îranê bike.
Bi xatircemî vee v şer û alozî û dijminayetiya di navbera wan de jî tenê dê bi nemana aliyekê bi dawî bibe ku ev jî xuya ye kîjan alî ye.