Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka avêtina mûşekan bo ser Îsraîl bi binpêkirina agirbestê binav kir

08:17 - 8 Hezîran 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li dawî axaftinên xwe de digel “Financial Times”ê de ragihand ku her lihevkirinek digel rêjîmê Îranê dê ji aliyê Îsraîl ve bê erêkirin û avêtina mûşekan li roja derbasbûyî de bo ser Îsraîlê, binpêkirina agirbestê ye.

Li halekê de Îsraîlê artêşa xwe bo êrîşek giran bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê amade kiriye, mûşekên avêtî yên spaha pasdaran a terorîst li esmanê Îsraîlê de teqandine.

Li vê derheqê de rojnameya Îsraîlî ya bi navê “Yedioth Ahronoth” (Yedî`ot Axronot)jî belav kiriye ku Donald Trump bo rohnbûna encama danûstandinan digel rêjîma Îranê, daxwaza paşxistina çendroje ya êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê kiriye.

Ji aliyê din ve nûçegihaniya Tesnîm a ser spaha pasdaran a terorîst îdia kiriye ku hevdem digel mûşekan çendîn dironên cura “Şahid-136” jî bo aliyî Îsraîlê avêtine.